Home Feedback Archive About us Submit news Recommend us News En FA KU
Encumen a Ferhengî

Komek a Malî

Bûltina xeberî saziman

 Namêk taybetî sa UN,ê ra jibo şikandina mafên Kurdên bakûrê xorasanê
dema nivîsê Saturday, 31.October. @ 19:55:47 UTC

Dersdan û perwerda zimanê kurdî - kurmancî yêk ji xwastên xelkî menteqa bakûrê xorasanê ji doletê ye, lê ev xwasta me hîn jî li debistanên bakûrê xorasanê bi cîh nehatîye (Wezîrê perwerda Êranê, Ali Asqer Fanî, serast mesûlê vê heqkujî û naberaberî û mafkujî û cudahîya ye), û hîn jî zimanê kurdî - kurmancî neketîye nav bernamên zanîngehên bakûrê xorasanê û sa wê ra şagirt/xwendekaran jî hilnagirin û napejirînin. Lazim e ku di nav zanîngehên bakûrê xorasanê da beşa amojgeh û perwerda mamostên zimanê kurdî - kurmancî jî çêbe.



Dr. Ahmed Shaheed 

Raportorê taybetî yê UN,ê li barê rewşa mafên mirovahîyê ya li comhûrîya Îslamîya Êranê

 

Berdewamîya şermane ya kultûra cudahîyê û naberaberîya sîstematîk û sîyaseta qirkirinê ya qomî-netewî zimanî li Bakûrê Xorasanê:

 

Li meha June 2015,an kilas,a dersa zimanê kurdî - Kurmancî li şehrî Bijînurdê li bakûrê xorasanê tatîlkirin/dangirtin û qedexe kirin. Ev kilas li nav sazîya Kîş-Arya (ku sazîya zimanên bêgane mîna: Îngilîsî, Almanî û Orisî û … hwd e) da li şehrî Bijînurdê dayîr bûbû, û bi ecaza/îzina îdareya îrşadî îslamî sa perwerda zimanê kurmancî ji bo xelkî wir xizmet dikir. Nika nîzik li 5 mehan e ku ev kilasa dane girtin û tikes jî cewabgo nîne û bersîv nadin. Hin ji kesên çand û ziman-hez ên kurd ku li kêleka zimanên bêgane mijûlî vê perwerda zimanê kurmancî (ku zimanê zêdetir ji %75,î xelkî menteqa bakûrê xorasanê ye) bûn jî nika bêkar in û vekirina kilasa dersî ya wan jî qedexe kirine. Ev bi rastî sa mesûlên bakûrê xorasanê ra şerm û fedî û rûreşî ye ku perwerda zimanê zikmakî ya me kurmancî li menteqê qedexe dikin. Li cîhê ku zimanê dayîkê yê welatî/nişîngehî li menteqê gerê li debistan û medresên bakûrê xorasanê ji alîyê wezareta perwerde da û bi resimî/fermî dayîr bikin, heta vekirina kilasek sa zimanê zikmakîya me kurmancî li kêleka zimanên bêgane jî napejirînin û qebûl nakin. Karbidestên vê hereketa hanê ya bi qilêr û gemar ku xeyrî qanûnî û li dijî mirovahî û wekhev nedîtinê ye gerê ji rêyên qanûnî da bersîvdar û cewabgo bin, û çawanîya vê hereket û heq-kojîya hanê sa gişt xelkî menteqê û dinya demokratîk ra rohn bikin. Wezîrê perwerda Êranê kiryarê vê cirma heqkujî û zimankujî û bêrêzî kirin li zimanên zikmakî yên xelkên Êranê û nêzîk li 2 milyon kurdên kurmanc ên herêma bakûrê xorasanê ye, û gerê li vê bara cewabgo be û bersîv bide.

Karname ya doleta Ruhanî li barê xwestên netewên Êranê û yên bakûrê xorasanê; Li van du salên redbûyî/raborî da ew deh qerar û biryarên dayî jibo netewên Êranê yên li zemana hilbijartina serok-komarîyê, kêm-zêde hêç ji wan sa kurdên menteqa bakûrê xorasanê pêknanîne. Hem para kurdên xorasanê sa cîh û postên karî ên rêvabirîya payebilind li menteqê, û hem jî perwerda zimanê zikmakî, hîn jî di hundirê sîyaseta menteqa bakûrê xorasanê da cîh negirtîye. Gelo ew deh biryarên ku Ruhanî li zemana hilbijartinê dabû netewên Êranê tenê wekî alavek sa deng-anîna serok-komarîyê bûye yani bi eqilîyet û bawerîya xelkên Êranê lîstîye?

Dayîr kirin û avakirina bingeh û sazîya çand û huner, û yan jî ferhengistan/akademî ya ziman û dîrok û edebîyata kurdî - kurmancî, li bakûrê xorasnê hîn jî bi cîh nehatîye. Dolet li şûna biryar û qerarên ku dane, Madeyî 15 û 19 ya makezagona Êranê (Qanûna esasî ya Êranê) jî îcra nakê, û mesûlên menteqa bakûrê xorasanê jî sa çareserîya perwerda zimanê zikmakî ti gavên cidî hilnayînin.

Di biryarnama ruhanî ya 3 june 2013,an da li ser  "perwerda zimanê zikmakî yên netewên nav Êranê (kurdî - kurmancî li bakûrê xorasanê) ji debistana destpêkê heta zanîngehan, û pêkanîna Madeyî 15 ya makezagonê"  pir tekîd kiribû. Madeyî 15 ya makezagona Êranê dibêje ku; îstifade kirina zimanên qomî û netewî yên welatî/nişîngehî menteqeyî li rojname û destgehên ragihandina giştî û him jî perwerda wan zimanan li kêleka zimanê Farisî azad û serbest e. Alî Yunisî alîkar û cîhgirê Hasan Ruhanî (serok-komarê Êranê) li hêla karûbar ên qomî /netewî û kêmîneyên dînî - mezhebî ye, bi serdan û serîlêxistina xwe li menteqa bakûrê xorasanê got ku  "perwerde bi zimanên netewên êranê di nav destûra karî ya doletê da ye û yêk ji benramên îcrayî ya wezareta perwerde ye", lê mixabin mişkûlên zimanî û çandî ên kurdên bakûrê xorasanê avêtine paş-guh û mîna ku naxwazin maf û xwastên me bibîzin û bi cîh bînin.

Alî-Asqer Fanî, Wezîrê perwerde dibêje " Madeyî 15 ya makezagonê îcra dike û perwerda zimanên qomî û netewî ên Êranê li debistanên destpêkî sa wî ra li pêş her tiştî ye ", lê hema yên derewîn dijminê xwedê ne, binpêkirina qanûnê û xapandina xelkê yani bi maf û eqilîyet û bawerîya xelkê lîstin û bêrêzî kirine.

Qolam-Alî Hedad-Adil ku reyîsê sazîya Ferhengîstan/Akademîya ziman û edebiyata Farisî ye, li dijî perwerda bi zimanê zikmakî yên netewên Êranê ye û qanûnê (madeyî 15 û 19 û 21,î makezagona Êranê) jî binpêdikê ku bi rastî cîhê şerm û fedî û rûreşî û bêavrûyîyê ye. Lê çima nahêlin ku yêkî/e kurd yan jî Baloç û yan jî yêk ji qom û netewên din yên Êranê bibin reyîsê/a vê Ferhengistanê/Akademîyê? Ma em (qom û netewên Êranê) Êranî nînin, çima gerê bi tenê yêkî Faris li barê zimanî min ku Faris nînim biryar bide, û çima min ew ecaze/îzina tunebe ku li barê zimanê Farisî biryar bidim? Qolam-Alî Hedad-Ne-Adil bi tenê mafê biryar danê li barê zimanê zikmakîya xwe heye û nika ku li barê zimanê zikmakîya min û netewên din ku faris nînin biryar bide. Ew bi pêşgirtina icrabûna Madeyî 15 û 19 ya makezagona Êranê gerê bersîva ziman-kojî û heq-kojî û wekhev nedîtin û naberaberîya mirovî bide. Di heman demê da sîyasetmedar û karbidestên Hindistanê/ Îndia zêdetir ji 20 zimanên resimî û fermî di nav perwerda welatê xwe (welatê çend qomî-netewî) da îcra dikin û birêva diban. Lê hînga sîyasetmedarên ne-adil li Êranê lazim e ku li hemberî vê bê-edaletî û naheqîyê da şerim bikin, û gişt Êranî bixisûs ronakbîr û mesûlên biwijdan lazim e ku li hemberî vê sîyaseta wekhev nedîtinê û qirkirina çandî-zimanî ya qom û netewên Êranê bi destên vê koma ne-adil û bêkultûr xef nekin, û gerê sa vê zêhnîyet û çanda cudakirinê û nijadperestîyê û bê-edaletîyê û naberaberîyê û dijî-azadîyê ya ev kesên ne-adil û xirabkar û sitemkar li dûy çarekirin û aşitî û bihev ra bi salimî jîyankirin bin. Eger li vê bara rê û rewşek mafî - qanûnî îcra nekin ê pêşerojekî pir tarî li ber lingên sîstima zalim ya hakim be. Zimanê kurdî - kurmancî li menteqa bakûrê xorasanê bingeh û binçîne û nasnama netewî û çandî/kulturî ya me ye. Mesûlên girêdayî vê mijara gerê bi zimanê zikmakî ya me bêrêzî nekin.

Alî Yunisî li 9,hemîn kombûna " biserxistina zimanê Farisî, parêzker û piştîvanê nasnama milî/netewî ye  " ku li cîhê zanîngeha peyamî-nor ya Bijînurdê lidarxistibûn, bi tekîd li ser lazim bûna parastin û saxî û eminîyeta ziman û edebîyata Farisî got: zimanê Farisî bi dirêjahîya qirnên redbûyî tim piştîvanê nasnama milî/netewî û çanda Êranî bûye. Nika hin dikan ji wî pirs bikin li Hidistanê ku zêdetir ji 20 zimanên resimî/fermî hene ma nasnama milî/netewî û çanda Hindistanî li wir nehatîye parastin? Ma ev cûre gepkirin/axaftin ên xeyrî-zanistî ew jî li menteqa qomî netewî ya bakûrê xorasanê çi nîşan dide û bi midaxile kirin û têkil bûn yên naminasib û bêrewa li demane û qada çandî - zimanî bi dûy çi hedef ên sîyasî ne? Herçend ku wî li dawîyê da got; ziman û nasnamên qomî û herêmî-menteqeyî ên li nav Êranê hêç dijayetî bi nasnama milî/netewî ya Êranê ra tunin, û bihêz kirin û biqowet kirin û xurt kirina zimanên qomî herêmî-navçeyî li dijî parastin û piştîvanî kirin ji zimanê Farisî nîne.

Çima cenabî Ruhanî bi piratîk û kirdarkî bendên deh Madên biryarnama xwe li menteqa bakûrê xorasanê îcra nakê. Ev mijara bûye sebeba narazîbûn û rexne kirin ji serok-komar li menteqa bakûrê xorasanê. Gerê karên revaberî mîna; Ostandar/parêzger, fermandar û kardar, şehrdar, reyîsê îdara perwerde û reyîsê radyo û Tilivîzyon û … îdarên din … li menteqa bakûrê xorasanê ji xelkî vê menteqa bin û bi parastin û biserxistin û pêşxistina nasnama xwe ya qomî netewî û zimanê zikmakî ya xwe (bi taybetî zimanê kurdî - kurmancî ku zimanê zêdetirî ji %75 ji xelkî menteqa bakûrê xorasanê ye) li vê menteqa bin. Û hevdîtin û komcivînên resmî jî bi zimanê xelkî nişîngehê vê menteqa kurdî - kurmancî bin.

Biherhal, heta wezîr û cîhgirê wezîr û sefîr (bi parastina nasnama qomî netewî zimanî) ji nav netewên Êranê bixisûs ji Kurdên Xorasanê tunin û parêzgerên herêm û menteqên qomî netewî û hem jî parêzgerê menteqa bakûrê xorasanê jî ji nav xelkî wêderê nîne. Bi vê kirdarên doletê hin ji ronakbîr û zanîst û karzanên netewên Êranê gihêştine vê qinyat û bawerîyê ku ji xwast û bawerîyên xelkê wekî alavek sa deng-anînê/ berhevkirina dengan îstifade dibe.

Herçend ku li serhêjimarîya giştî ya nifûsên Êranê, hêjimar û dersed (%)a xelk û komên qomî - netewî ên li menteqe û navçe û herêmên cûrbicûr li Êranê, mîna menteqa bakurê xorasanê, bi qesd û zanayî dîyar nakin, biherhal derseda (%)a komên qomî netewî li bakûrê xorasanê bi texmînî kêm-zêde ev in: Kurdên kurmanc nêzîk li %75, Faris(ku carina li menteqê pêra Tat jî dibêjin) nêzîk li %13.5, Tirkên xarezmî nêzîk li %11, û Tirkman nêzîk li %0.2, û nêzîk li %0.3 jî ji hemwelatîyên koç-kirî ji menteqên dinî Êranê ne. Bi vê îstatîstîk û hêjimar-zanîya va gerê wext û zemana bernamên Tilivîzyonî jî bi qasî derseda (%)a xelk û zimanên xelkên li vê herêm û menteqê li nav wan bi dadmendî û heqî û wekhevî û demokratîk bêbe belav kirin. Wek nimûne (mînak); Eger zimanê kurdî - kurmancî bi qasî 5 sa,et (sawet)an be, hînga zimanê Tirkî xarezmî dibe 1 sawet, û zimanê Tirkmanî jî dibe 20 deqîqe. Li beşa Tilivîzyona zimanê kurdî - kurmancî jî gerê gişt bernamên xwe bi zimanê kurmancî îcra bikin, û ev bernamana mîna: bernama zarokan, bernama jinan, bernama tenduristî û çêtir-jîyîn (bi rindî û başî û qencî jîyan kirin) û salimîya civakî, bernama cotkarî û kiştûkar û çandinyarî û baxdarî û pezûmaldarî û koçerî û keleyî/gundî, bernama karûbarên pîşeyî - teknolojîkî û bixêrûber bûna zehmetkêşan û xebatkaran, bernama xeber û karên çandî ferhengî hunerî tarîxî/dîrokî, û pîşeyên destî (yêkitîya kargerên pîşeyên destî) û cilûberkên kurmancî (mêrane - jinane) û … hwd … ku gişt gerê li ser Tilivîzyonê bi zimanê kurmancî îcra bibin.

Navendên xwendin û perwerde û dersdana Kurdî - Kurmancî li zanîngehên menteqa bakûrê xorasanê tunin ku sa dayîna diploma û bawername û derecên zanîstî sa qada ziman û edebîyata Kurdî - Kurmancî şagirtan bigirin. Li menteqa bakûrê xorasanê ti zanîngeh û înstîtut û amojgehên zanîstî - perwerdeyî sa perwerdekirina mamostên zimanê Kurdî - Kurmancî tunin taku zimanê me bêbe teşwîq kirin û biserxistin û pêşketin û pêşvabirin. Lazim e ku bernamerêjî û bûdcekirin/budcebendî sa çêkirina navenda akademîya ziman û edebîyata kurdî - kurmancî li zanîngehên menteqa bakûrê xorasanê pêkbêbe taku bikane bi pêşkêş kirina kitab û pîvanên dersî û kitabên çavkanî/serçavî û bernamên amojgehî/perwerdeyî şagirtan qebûlbikin/ bipejirînin û bawernamên zanistî ya ziman û edebîyata Kurdî - Kurmancî pêşkêşî şagirtên biserketî bikin. Em Kurdên menteqa bakûrê xorasanê dixwazin wekî (li gor) madeyî 15,an ya makezagona Êranê perwerda zimanê zikmakîya me (Kurdî - Kurmacî) li menteqê bi resimî û fermî bêbe naskirin û bi emel/piratîk jî li debistan û medresên menteqê bicîhbêbe, ev mafê meyî qanûnî ye ku heta nika ji me qesib kirine.

Li gor madeyî 15,an û 19,an ya makezagonê ku raçavkerê beraberî û wekhevîya welatîyan e, perwerda zimanê dayîkê bi giştî û bêkêmasî li kêleka zimanê Farisî mîna pîvanek dersî, ji zarokxanan û dora pêşdebistanî û debistana destpêkê heta zanîngehan rewa ye û dolet jî gerê mamoste û kitabên dersî û gişt pîvan û alav û îmkanên lazim jê ra amade bike. Ev dikane gavek kiryarî û emelî li rêzgirtin bi mafên xelkên Êranê be û sa wan ra jî şoxil û kar çêdike û rewşa jîyana civakê ê çêtir bibe û ji alîyê ruhî û derûnî û rewanî da jî civakê dilşa û dilgeş û bextewar dike. Xwast û daxwazên me kurdên menteqa bakûrê xorasanê ya bi resimî naskirina perwerda bi zimanê dayîkê hem qanûnî ye û hem jî paşguh avêtina vê mijara heta îro û îcra nekirina wê bi destên doletê yani binpêkirina qanûnê ku cimhûrîya îslamîya Êranê tawanbar e. Êran welatekî çend-zimanî û çend-netewî ye, û li ser vê esasa jî em kurdên bakûra xorasanê gerê xwedî destgehên ragihandinê ên nivîskî (rojname û kovar û …hwd) û wêneyî (Tilivîzyon û fîlm û sînema û …hwd) bi zimanê kurdî - kurmancî bin ku heta nika ji me qesib kirine û em bêpar kirine. Bi rastî ev zilm û sitem û tepeserî ya çandî - ferhengî ye, hem jî serkutkirin û cefa kirin li zimanê zikmakî ya me ye, û hem jî ev li dijî mirovahîyê ye ku ji alîyê hikûmeta cimhûrîya îslamîya Êranê bi zordarî li ser me kurmancên xorasanê pêktînin. 

Em kurdên menteqa bakûrê xorasanê dixwazin bihêz bûna rêzgirtin li zimanê zikmakîya me di nav sazîyên resimî yên perwerdeyî da bicîh bêbe. Em kurdên bakûrê xorasanê naxwazin ku di hunidrê welatî xwe da çand û zimanê zikmakîya xwe li derveyî civatê bibînin û hergav zayîf û lawaztir be û bikeve rêya mirinê, zimanê me nasnama me ye û qismek mohim ji mîrat(kelepûr)a çandî/kulturî ya me û Êranê ye. Rêzgirtin li ziman û kultura me kurmancên bakûrê xorasanê yani rêzgirtin li yêkbûna firehrengî ye ku layîqa welatê Êrana firehrengî û çend-zimanî û çend-netewî û çend-kultûrî ye. Li Êranê partî/hizib û sazî yên sîyasî/ramyarî sa netewên Êranê ra qedexe kirine û hizibên sîyasî yên azad û resimî ku ji nav xelkê Êranê û menteqên cûrbicûr ên Êranê hatibin rabûn û hilhatin bi fermî tunin. Hizib û partîyên sîyasî yên doletî jî feqet bi dûy sûda xwe û doleta xwe ne û li hemberî xwastên xelkê jî disekinin, Loma jî mafên netewên Êranê paymal/binpê dibin, mafên me kurdên bakûrê xorasanê jî pir paymal dikin.


Bi giştî daxwazên xelkî nişîngeh/welatî û qom û netewên menteqa bakûrê xorasanê ji doletê ev in:


1 - Dersdan û perwerda zimanê kurdî - kurmancî yêk ji xwastên xelkî menteqa bakûrê xorasanê ji doletê ye, û ew jî yêk ji biryarên Ruhanî li wexta hilbijartinê ya serok-komarîyê sa netewên Êranê bû, li gor madeyî 15,an û 19,an ya makezagona Êranê û qanûnên nav-netewan ku doleta Êranê jî ew îmza kirine, lê ev xwasta me hîn jî li debistanên bakûrê xorasanê bi cîh nehatîye (Wezîrê perwerda Êranê, Ali Asqer Fanî, serast mesûlê vê heqkujî û naberaberî û mafkujî û cudahîya ye), û hîn jî zimanê kurdî - kurmancî neketîye nav bernamên zanîngehên bakûrê xorasanê û sa wê ra şagirt/xwendekaran jî hilnagirin û napejirînin. Lazim e ku di nav zanîngehên bakûrê xorasanê da beşa amojgeh û perwerda mamostên zimanê kurdî - kurmancî çêbe. Endamên heyeta zanistî (lijneya zanistî) yên zanîngehên bakûrê xorasanê jî ji cîh-war ên menteqê me nînin û ew jî bi qesd û zanayî serhev kirine daku zîyanê bidin nasnamê me û him zimanê me jî ji beynê biban û ji holê derxin, piranîya xelkî menteqê ji vê mijara pir narazî û narahet û perîşan in. Em dixwazin ku ev rewş bêbe guhertin û perwerda zimanê me li debistanên menteqê herçi zûtir serbest îcra be.

2 - Çêkirina sazîyên nûçevanî û destgehên kar û xizmetên ragihandinê bi zimanê kurdî - kurmancî ku yêk din ji xwastên çandî - zimanî yên xelkî kurmanc li menteqa bakûrê xorasanê ye, bi zanayî çênakin û jê ra mane û behane yên cûrbicûr verdixin holê, hîn jî beşa kurdî - kurmancî li destgeha ragihandinê ya cimhûrîya îslamîya êranê li Radyo û Tilivîzyona bakûrê xorasanê bi rê nexistine. Û li vê bara ya yêkim ew e ku gerê mesûlên Radyo û Tilivîzyona li navenda Bijînurdê bersîvdar û cewabgoya xelkî menteqê bin, ya diduyan jî ew e ku mesûl û karmendên Radyo û Tilivîzyona bakûrê xorasanê gerê ji kurmancên nişîngeha wê menteqê bin taku bikan derd û jan û êşa binpêkirina mafê zimanî çandî qomî li menteqê fahm bikin (mesûlên ku ji derveyî menteqê anîne vir momkin e ku dilsozê xelkî vir nebin û bi durûyî û fêlbazîyan tenê li fikira dagirtina post û kursîya xwe bin, û yan jî bi zimanxwaşî û nermexapandinê meqama xwe berztir bikin, û yan jî sa zêdetir kirina diravî heq-zehmetê karmendîyê xwe momkin e derewên rengbireng jî bikin. Mesûlek ku ji menteqê nebe û ji alîyê jor va li ser post û kursîyê hatibe danîn û ji alîyê xelkê va nehatibe hilbijardtin ew hêç wext mişkûlên xelkê fahm nake û bersîvdar û cewabgoyê xelkê jî nabe, û feqet çav li karsazê xwe ye ku ew post û meqama jê ra çêkirîye). Xelkî menteqê dixwazin ev rewşa xirab û ev zehnîyeta hanê ya bi gemar bêbe guhertin û Radyo û Tilivîzyon ên menteqê gerê bi zimanê xelkî vê menteqa bin, û mesûlên wan jî gerê ji xelkî vê menteqa bin. Hem jî gişt bernamên cûrbicûr ên rojane li tilivîzyona parêzgeha bakûrê xorasanê gerê bi zimanê zikmakîya me Kurdî - Kurmancî îcra bibin.

3 - Redkirina namzedên kurmanc bi raçavkirina pesind kirinê ji alîyê sazîya şorayî nîgehban (sazîya lijneya rêberî) bi rastî ne demokratik e û ne jî ji mafê qomî-netewî û mafê mirovî ye, li barê birêkirina hilbijartina parlemanta Êranê jî namzedên kurmanc gerê bikan bi resimî/ fermî û aşkere nasnama kurdîya xwe bêjin û hem jî li wexta teblîq/ piropaganda û belavkirin û weşanên pêşbazîya xwe jî gişt bi zimanê kurmancî bin û bi zimanê kurmancî jî sohbet bikin, nasnama xwe fermi bikin û lê îftixar kin, û hem jî li qada reqabet û berhevdana pêşbazîya hilbijartinê bikan xelkê bi parastina nasnama kurdîya xwe bihesînin û teşwîq bikin. Nivîsar û daxuyanî û poster ên teblîqî - çapemenî ya namzedan bi zimanê kurdî - kumancî bêbin nivîsîn. Rojnaên herêma bakûrê xorasanê bi zimanê xelkî vir yani bi Kurdî - Kurmancî bin. Biryar û daxuyanî yên hilbijartinê li ser bingeha hilgirtin û pêkanîna berjewendîyên mîna; perwerda bi zimanê zikmakî, bi fermî icra kirina zimanê dayîkê li debistanan, û çêkirina sazîya ferhengistan/Akademîya ziman û edebîyata kurdî - kurmancî li menteqa bakûrê xorasanê bibin taku merasimên pêşbazîya hilbijartinê bi tevlêbûna xelkê bi kêf û coş û şahî û geş û heyecan bibin. Û bi vê rewşa hînga namzed ê xwe ji xelkê bibînin û li xizmeta xelkî xwe jî bin wêçaqê ew dikan piştgirîya xelkê û tevlêbûna xelkê pirtir bikin. Salim bûna hilbijartinan jî bi parastina nasnama netewî û rastî û duristî ya namzedan va girêdayî ye. Reqabet û berhevdan ên sîyasî ên salim li pêşbazîya hilbijartinê li ser texelakirin/talaş kirin (hewildan) sa çêkirina Radyo û Tilivîzyon ên kurmancî, çêkirina qada zimanê kurmancî li zanîngehên bakûrê xorasanê, qebûl kirin û pejirandina 50 heta 100 şagirt û xwendekar ên bakûrê xorasanê sa zimanê kurmancî, dikan ku heyecanekî sîyasî salim û hereketek erênî li navçên hilbijartinê sa van namzedên azîz ra bin. Eger haka nebe hînga ew ê li dijî madeyî 15 û 19 ya makezagona Êranê ye, û ew jî yani ku makezagon li piratik/emel da ketîye rewşa tetîl bûnê û binpê kirinê. Xelkî herêma bakûrê xorasanê dixwazin ku ev heq û rastî li vir bên îcra kirin.

4 - Me ne sefîr û ne wekîl û ne wezîr ên kurmanc (bi parastina nasnama kurmancî û rêzgirtina emelî/piratîkî li zimanê kurmancî) di hundirê dolet û hikûmetê da tunin, helbet momkin e ku hin kes hebin lê nawêrin ku nasnama xwe ya kurdî aşkere bikin û heta bi zimanê kurmancî jî gepnakin, û di merasim ên resmî ên cûrbicûr li menteqê da jî bi zimanê xweyî zikmakî sohbet nakin (bi gotinek din li zimanê xewyî zikmakî û zimanê xelkî nişîngehî vir bêrêzî dikin û bi mêjî-şûştî sa qodret û serwet dixwazin zimanê me wêran bikin û bidin vemirandin û têkene rewşekî lawazkirinê û bêhurmetîyê û qirkirinê, qirkirina netewî-zimanî). Rêvaberên payebilind û karmendên îdaran li menteqa bakûrê xorasanê lazim e ku ji xelkî nişîngehê vê menteqa bin, Û hevdîtin û komcivînên resmî yên îdarên cûrbicûr li menteqê jî gerê bi zimanê xelkî nişîngehê vê menteqa bin û bixisûs bi zimanê kurdî - kurmancî bin ku zimanê zêdetir ji %75,î xelkî vê menteqa ye. Xelkî herêma bakûrê xorasanê dixwazin ku ev heq û rastî li vir bên îcra kirin.

5 - Em bi xemgînî radigihînin ku li bakûrê xorasanê tiryak û madên narkotîkî bi rewşek sîstematîk û organîzekirî û bi biryarî û agahî ji alîyê kesên girêdayî bi hikûmetê va tê belav kirin û bikaranîn, û pir mixabin yên ku ji vê yekê herî zêde zirar û zîyanê dibînin jî jin û zarok in. Bi zanayî û pilan kirî mîqdarek pir tiryak û madên narkotîkî ji Afqanistanê tê herêma bakûrê xorasanê. Ev madên narkotîkî di nav zarok û jin û pîran de li hundirê malê têkişandin û îstifadekirin, û hem jî dû li ser gişt kesên din ku li mal in jî bandorekî mezin dike. Bi vî awayî gişt zarokên qiçik jî ji zarokatîya xwe da bi vê madên narkotîkî mobtela dibin. Li hin cîhan li menteqê kesên ku di kele û gundan da dijîn bi temamî dikşînin û rewşa jîyan û tenduristî û mirovanîya wan jî pir xirab e, ti alîkarî yên dermanî-selametî jî nabin. Pir mixabin li gelek cîhan, ji zarokan sa barkêşî û birinûanîna tiryak û madên narkotîkî îstifade dikin. Mezinên zarokan bawer dikin ku kes zarokan kontrol nakin, loma ji zarokan îstifade dikin taku tiryak û madên narkotîkî bişînin cem kesên dikişînin û dikirin û difiroşin. Gelek jin jî tiryak û madên narkotîkî dikişînin. Em dixwazin ev rewşa hanê bi rêyên minasib bêbe çarekirin, û tiryak û madên narkotîkî jî nekevin herêma me, û rêzgirtin bi rûmet û serbilindî ya mirovî, mafên mirov bi taybetî mafên jinan û zarokan, û dadmendî ya civakî li menteqa bakûrê xorasanê bi cîh bêbe.

6 - Cenabî Xamineyî bi xewin û xîyala şerê nerim û êrîşên kulturî yên ji alîyê welatên rojavayî (ewropa û amerîka) bi ser Êranê, ku der esil ji natewanî li pêkanîn û bicîhanîna xwastên xelkê û guhnedan bi xwast û mafên xelkê pêkhatîye, dest bi xapandin û fêlbazî û mizewirîyê wekî mane girtin li dijî xelkê kirîye, loma jî pêşkar û noker û xulam ên hikûmetê bi vê mane û behanê atmosferek ewlehî û eminîyetî çêkirine û xelkî bêguneh tepeser dikin û bi sitemkarî û zordestî serkut dikin daku xelkê bêdeng bikin û xwastên wan mîna kulturî, zimanê zikmakî, bêkarî û feqêrî û hejarî, xirabîya jîyanê û fisad û dizîya koma derodora Xamineyî û hwd bicîh nekin û bersîv nedin. Li menteqa bakûrê xorasanê jî ev mijara xewin û xîyala şerê nerim û êrîşên kulturî bi ser Êranê kirine mane û behane pê me tepeser dikin û bi xwast û mafên me mîna perwerda zimanê kurmancî û pêşzistina kultura kurmancî guhnadin ku bi rastî şerm û fedî û rûreşî ye. Xelkî menteqa bakûrê xorasanê ev fêlbazî û midaxilekirina pêşkar û nokerên hikûmetê naxwazin, û li şûna wê dixwazin ku li xwast û mafên wan rêzbigirin û îhtiram daynin.

Gotina dawîyê jî ew e ku; hakimên rejîma comhûrîya îslamîya Êranê ji"  Hezên Qods  "as terror-kirin û tirsandinê xelkî li derveyî Êranê îstifade dikin û ji "  Hezên Basîj   "sa terror-kirin û tirsandina xelkê li hundirê Êranê îstifade dikin, Êran bûye zindan/bendîxanêk pir gir û xelkên Êranê jî mîna hêsîr û kole tên reftarkirin. Azadîya hizib û sazîyên sîyasî ên serbixwe û girêdayî xelkê (bi taybetî party û sazîyên sîyasî ên gel û netewên hundirê Êranê) bi giştî qedexe ye, û hizibên sîyasî ên girêdayî hikûmetê jî li dûy sûda hakimên xeyrî-demokrat in, û li fikira rewşa jîyana xelkê û bêkarî û hejarî, tenduristî û selametî, hilweşîna exlaqî, parastina civakî, û rifah û serketin û halxweşîya welêt nînin. Herçend ku xelkî xwedî rûmet û giram û rêzdar ya menteqa bakûrê xorasanê bi texelakin û hewildan ên xweyî berfireh dixwazin ku mişkûl ên xwe bi rê û rewş ên minasib hel bikin, lê bi heqkujî yên aşkereyî hikûmetê û govaşên cûrbicûr yen li holê, bi rastî wan nîyaz bi hevkarî û hevyarî pirtir heye. Mesûlên birêz li menteqê gerê bi xwast û maf û daxwazên xelkê, rewşa aborî û sinifî, ziman û nasnama netewî û kultûra qomî ya xelkî menteqê îhtiram daynin û rêz bigirin. 

Em omîdwar in ku mişkûl û daxwazên me bêbin bicîh kirin. Pêşekî ji we sipas û qedirdanî dikin.

 

Dr. Afrasiab Shekofteh

Berdevkê Sazimana Xelkî Kurmanj ya Bakûrê Xorasanê

shekofteh.afrasiab@gmail.com

www.kurmanj.org


October 2015

 

Kopy bi:

Sewa qeyd kirin jibo tewsîye û riferans li ser perwenda Êranê, û pêkanîna minasib û şîretdar sa çarekirina mişkûl û daxwazên menteqa bakûrê xorasanê ku li jor hatine gotin.

 

1 - Kurdistan National Congress (KNK)

Bruxells, Belgique

kongrakurdistan@gmail.com

 

2 - UNESCO: 7 place Fontenoy, 75352 Paris 07 SP, France.

 

3 - UNICEF (United Nations International Children's Emergency Fund)

UNICEF House

30a Great Sutton Street

London EC1V 0DU 

United Kingdom

education@unicef.org.uk

bfi@unicef.org.uk

unicefeducation@mosaic-fs.co.uk

 

4 - Minority Rights Group International

54 Commercial Street

London E1 6LT, UK

minority.rights@mrgmail.org 

 

5 - The Society for Threatened Peoples

s.baysal@gfbv.de

info@gfbv.de

 

6 - International Campaign for Human Rights in Iran

Info@iranhumanrights.org

 

7 - OHCHR (Office of the High Commissioner for Human Rights, United Nations) 

Palais des Nations 

CH-1211 Geneva 10, Switzerland

InfoDesk@ohchr.org

civilsociety@ohchr.org

nationalinstitutions@ohchr.org

 

8 - ISHR (International Society for Human Rights) 

German Section eV 

Borsigallee 9 

60388 Frankfurt am Main 

Germany 
info@igfm.de

 

 

Dr. Ahmed Shaheed

OHCHR- Palais Wilson

United Nations office at Geneva

CH-1211 Geneva 10

Switzerland

Sr-Iran@ohchr.org

nahmed@ohchr.org

ContactUs@shaheedoniran.org


 
Alternatîf
 Li ser kaxezê çap bike Li ser kaxezê çap bike
 Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne


Nûçeyên din ...

Democrasy

Powered by Samiei Solutions
Home Contact Archive About Us Submit News Recommend Us NEWS