Em êrîşên Dewleta Îslamî (DAÎŞ)ê ya bi ser Kobanê,
û kele û gundên derûdora wê, di Kurdistana Rojava da, bi tundî û tûjî şermezar
dikin.
Em êrîşên Dewleta Îslamî
(DAÎŞ)ê ya bi ser Kobanê, û kele û gundên derûdora wê, di Kurdistana Rojava da,
bi tundî û tûjî şermezar dikin. Hêjimarek pir ji netewa me li wir di bin rewşek
nakok û dijwar da ne, û bi hezaran kes bi taybetî jin û zarok jî neçar bûne ku
mal û warên xwe bi cîh bihêlin û berve merza Tirkîyê birevin û jîyana wan jî di
rewşekî pir dijwar û nakokîyêk pir giran da ye.
Em piştîvanîya xwe
ji netewa Kurd li rojava kurdistanê bi taybetî xelkî Kobanê êlan dikin. Em ji UN/NY
û hemû welatên dinê, Lîderên demokrat, kesên bi wijdan, û hemû komên mirov-dost
dixwazin ku li miqabilî vê reftara tijî qilêr ya Dewleta Îslamî (DAÎŞ)ê li vê
sedsala 21,an da bêdeng mesekinin, û her çi zûtir destpê kin û ev reftara hanê ya paşverû, zarok-kuştin, li jinan destdirêjî kirin, mal wêran kirin, cîh-bi-cîh kirina xelkê, û komkujîya
xelkî bêguneh bi destên DAÎŞ,ê bi rêyek minasibî wan û bi tundî bersîv bidin. Bi vê rêya hereket û erka xweyî
dîrokî û demokratîk û mirovahî bi cîh bînin, çinku hereketa DAÎŞ,ê kevneperest
û li dijî dîrokê ye. Ji alîyê ramyarî da jî xelkî Sûrîyê bi giştî û bi xisûs kurdên
rojava layîqê jîyanek rindtir ji vê rewşa ne. Lazim e ku bi Kurdên Rojava ra komek bikin
daku bikan hikûmetek mihelî ya Rojava Kurdistanê di nav welatê federalî Sûrîyê
da bi resmî çêbikin (Regional Government of Rojava Kurdistan, RGRK, within
federal Syria).
Em ji gişt alîyên
sîyasî (hemû Party)ên Rojava dixwazin ku di vê rewşa berbirûyê netewa Kurd da,
bi dil û can piştgirê hevdu bin, nika ev erkekî netewî û dîrokî ye ku li Rojava
kurdistanê ketîye ser milên we hemûyan, û ji alîyê ramyarî da jî hemû Partyên
rojava rûpelek nû vekin û di bin banek da rûnin û bi dilsozî û dilgermî çarenûsa
xweyî netewî bi ava kirina Parlimanta Kurdistana Rojava bi şêwêk demokratîk û
piralî pêşda bixin. Eger hûn gişt bi şêwêk demokratîk û piralî li hundirê
rojava kurdistanê bi hevdu ra bin, hînga dinya demokratîk jî we dibînin û ê
wekî başûra kurdistanê bi dil-germî bibin alîgirê we. Lazim e ku her çi zûtir
erka xweyî netewî di vî warî da bi cîh bînin û xelkî xwe bi carekê ra sa timêşe
û daîm ji vê rewşa xelaskin.
Armanca me sersaxî
û serkevtina we ye.
Sazûmana Xelkî
Kurmanj a Xorasanê
20’ê Îlona 2014’an