Gotina Sazimanî, Piştîvanî ji xelkî Şingal û Kobanê
Dem: Friday, 08.August. @ 19:24:43 UTC
Sernivîs: Calaki



Sazimana Xelkî Kurmanj a Xorasanê li rewana pak ên quban-bûyî li vê qafilqeda tijî qilêr ya mirovahî rêz digire, û berdewamîya qirkirina netewa kurd li her şikil û libasî bi tundî tawanbar û mehkum dike. Û piştgirîya xwe ji netewa Kurd û hikûmeta Kurdistanê û hêzên pêşmerge, canbaz û canfeda ên netewa kurd li gişt deverên serzemîna Kurdistanê êlan dike.




Gotina Sazimana Xelkî Kurmanj a Xorasanê

Piştgirî ji xelkî Şingal û Kobanê

 

Pir mixabin mîna ku dîrok dubare dibe, û netewa Kurd carek din di bin şerek nexwastî û îcbarî û zordarî da ye, û ti çare jî bixeyrî berevanî kirin ji serzemîna Kurdistanê, kîyana netewa Kurd û mafê xwezayî ya netewî ya bi destxistina desthilata netewî jî tune. Yêrîş û destavêtina hêzên çekdar ên paşverû, zêdekuj û çete ên Dayîş li ser xelkî adî û sivîl ên bê-berevanî li hin menteqên serzemîna netewa kurd, bi xisûs menteqên Şingal û Kobanê, û awarekirin  û sergerdan kirina bi hezaran jin û mêr û xizan û zarok û pîr û genc ji mal û şûna xwe, û revîna wan û penahgirtin li çîyên dorûberê sa rizgarkirina canê xwe, ev hereşe û gefên rizî ne ku li Kurdistanê berê jî bi form û şikilên din azimûna xwe dane, û îrada netewa Kurd hîn qewîtir jî kirine.


Sazimana Xelkî Kurmanj a Xorasanê bi qasî rêz girtin li rewana pak ên qurban-bûyî li vê qafilqeda tijî qilêr ya mirovahî, berdewamîya qirkirina netewa kurd li her şikil û libasî da bi tundî tawanbar û mehkum dike. Û piştgirîya xwe li hikûmeta Kurdistanê û hêzên pêşmerge, canbaz û canfeda ên netewa kurd li gişt deverên serzemîna Kurdistanê, bi qasî îmkan û tewana xwe êlan dike.

 

Bijî Netewa Kurd

Payende Kurdistan

 

Sazimana Xelkî Kurmanjî Xorasanê

Agust 8, 2014

17  مرداد 1393








Navnîşana malpera vê nûçeyê: Sazmana Xelki Kurmanj
http://pdkk.org/ku/

Navnîşana vê nûçeyê:
http://pdkk.org/ku//modules.php?name=News&file=article&sid=20