Daxuyanîya heştimîn komcivîna giştî ya CNFI
Dem: Saturday, 20.April. @ 23:54:12 UTC
Sernivîs: Siaset



Li roja Înîyê û şemî, 12 û 13,an a Aprîla 2013,an a zayînî, heştimîn komcivîna giştî ya kongira netewên Êrana Fîderal bi hatina şandîyên komîtên welatî, hizb û sazûmanên endam ên kongirê ku ji 12 rêxistinên sîyasî ên: Biloç, Tirkên azerî, Arebên ehwazî, Tirkman, Kurd û Lor in, li şehrî London – Engilîs hat lidarxistin.




Daxuyanî ya dûy heştimîn komcivîna giştî ya kongira netewên Êrana fîderal

Roja 12 û 13,an Aprîl 2013, London – Engilîs

 

Hevwelatîyên Azîz!

Hêz û sazîyên pêşvarû û azadîxwaz ên Êranê!

Bi vê nivîsara va êlan dikin ku li roja Înîyê û şemî, 12 û 13,an a Aprîla 2013,an a zayînî beramber bi 23 û 24,em a Ferwedîn meh ya sala 1392,an a Rojî, heştimîn komcivîna giştî ya kongira netewên Êrana Fîderal ku bilindtirîn çavîya biryargirtin ya kongira netewan e, bi hatina şandîyên komîtên welatî, hizb û sazûmanên endam ên kongirê ku ji 12 rêxistinên sîyasî ên: Biloç, Tirkên azerî, Arebên Ehwazî, Tirkman, Kurd û Lor in, li şehrî London – Engilîs hat lidarxistin. Ji sazûmanên kurdî ku li vê rûniştina bexşdar bûn mina:

1 – Hizba Dimokrat a Kurdistana Êranê

2 – Hizba Komele ya Kurdistana Êranê

3 – Partîya Azadî ya Kurdistanê

4 – Sazûmana Xelkî Kurmanj a Xorasanê

Li roya ewilê bernama karî ya komcivînê li ser bernama ji pêşva elan bûyî bi rapora salane ya hemaheng kirê kongirê, raporên komîtên welatî û mesûlên komîtên karî ên kongirê îcra bû. Li vê bara komcivîna giştî bi rexne û raçav kirina xalên lawaz û qowet ên kar û xebatên sala redbûyî ya kongirê  çûne ser rêkar û pêşnihad ên lazim sa her çiqes pir-bar kirina xebatên bêbin ên kongirê.  

Li domandina gutûbêj û behsên roja yêkim (ewilê) ya komcivîna giştî, pêşnihadên “ koma dubare dîtina esasnamê “ ên komcivîna şeşimîn bi şêwir û behs danîn û li vê hin guherandin li bingeha sazûmanî çncam bû û teyîd kirin.

Li roya duyim a karî ya komcivîna giştî, şandîyên sazûmanên endamê kongirê, merc û guherînên sîyasî ên sala redbûyî li cihanê, menteqê û Êranê analîz kirin. Li vê bara bi dîtina mahîyeta teokiratîk (olî – dînî) û temam-xwahî (totalîter) a komara îslamî a Êranê û sîyasetên tengavî çêkirin ên navmal û dijmin çêkirin li menteqê û cihanê, rêkar û pêşnihadên lazim sa rûbirû bûn bi îtifaq û buyer û guherînên pêşerojê raçav kirin. Li vê bara komcivîna giştî midaxile û nîşanên xerabkarî ên komara îslamî li rewşa Sûrîyê û hem jî talaş û hewl danên Têhranê sa bi destxistina silahên Atomî mehkûm kirin.

Li domandina behsên roya duyim a komcivîna giştî beşdaran tekîd kirin ku bi domandina sîyastên dîktatorî ên komara îslamî û tune bûna rewşeke vekirî û salim ya sîyasî li nav civakê, beşdar bûn li hibijartina serk-komarîya pêşverû meşroîyet dayîn bi hakimîyet û qowet dayîn bi sîstima sîyasî a hakim li Êranê ye û tekîd kirin ku heta ku şert û merc û rewşên minasib sa bi rê xistina hilbijartinek dimokratîk û azad bi beşdar bûna gişt netewên Êranê çê nebe, hilbijartin bê menî û wateya xwe ya heqîqî ye.

Li sawetên axirê ên roya duyim a komcivîna giştî ya kongira netewên Êrana federal, behs û meşwiret sa hilbijartina mecma îcrayî (deftera sîyasî) a nû ya kongirê bû ku 7 nefer wek endamên eslî û yêk nefer jî wek endamê bidor û bidêlnav ji nav hizb û sazûmanên beşdar bûyî ên netewên cûrbicûr hatine hilbijartin.

Heştimîn komcivîna giştî ya kongira netewên Êrana federal bi dest-nîşan kirina dîtina eslî ya kongirê li barê sîstima hikûmetî ya pêşeroja Êranê carek din bi çêkirina sîstima federalism a milî – coqrafîyayî li çarçova Êranê tekîd kirin, û bi dirûşma hevkarî û komkarî û hevgirtin li rêya armanc û qesdên bi heq ên netewên Êranê û gişt xelkên Êranê komcivîna xwe ya du roje teva kirin.

Debîrxana kongira netewên Êrana federal

13 Aprîl 2013 ,  London - Engilîs

 







Navnîşana malpera vê nûçeyê: Sazmana Xelki Kurmanj
http://pdkk.org/ku/

Navnîşana vê nûçeyê:
http://pdkk.org/ku//modules.php?name=News&file=article&sid=16