Home Feedback Archive About us Submit news Recommend us News En FA KU
Encumen a Ferhengî

Komek a Malî

Bûltina xeberî saziman

 25emîn salvegera damezirandina Partîya Azadîya Kurdistanê
dema nivîsê Tuesday, 07.June. @ 23:46:19 UTC

Sazûmana xelkî kurmanj ya xorasanê 25emîn salvegera damezirandina Partîya Azadîya Kurdistanê bi desta rêvaber û gişt endamên wê pîrozbeyî û şadbûn û mibarek dibêje.




Peyama Sazûmana Xelkî Kurmanj ya Xorasanê

jibo

Partîya Azadîya Kurdistanê

 

Sazûmana xelkî kurmanj ya xorasanê 25emîn salvegera damezirandina Partîya Azadîya Kurdistanê bi desta rêvaber û gişt endamên wê pîrozbeyî û şadbûn û mibarek dibêje.

Bi dîtina rewşa ku li Êranê û menteqê heye, hêvî ew e ku sazîyên sîyasî ên Kurdistana Rojhilat bikabin navendeke hevrê û hevgirtî jibo gihêştina hedefekî hevbeş detpê bikin. Li ser mijara sîyasî di navbeyna Hizib û Sazîyên sîyasî yên li Kurdistana Rojhilat da kêmzêde pênc cûre dîtin hene ku sewa bi destxistina mafên netewa kurd li wir kar û xebat dikin.

1 – Mafên netewa Kurd, bi rêya damezirandina herêma xweser li Rojhilata Kurdistanê bi çêkirina sîstimekî federal - democrat li Êranê wê bicîh bêbe.

2 – Mafên netewa kurd, bi rêya gişt-pirsî (Riferendomê) li Rojhilata Kurdistanê jibo mafê çarenivîsa netewa kurd li Êranê dika bicîh bêbe.

3 – Mafên netewa Kurd, ji rêya çêkirina sîstimekî konfîderal - demokrat li Êranê ku bi dîtina netewa demokratîk ya komonîstî (bi bernamên çepî - netewî) û bêyî rêgeha netewe-dolet, xweserîya demokratîk sewa civakan mîna civaka kurd/netewa kurd bicîh bêbe (hêvî ew e ku bi çêkirina sîstimekî komonîstî ya şowrayî li Êranê yan jî bi gotinek din rewşekî mîna sîstima Yêkitîya Cimhûrîyên Sosîyalîstî ya Orisîyeta berê / Yêkitîya Cimhûrîyên Şowrayî Civakî, mafên netewa kurd jî li Rojhilata Kurdistanê wê bicîh bêbe).

4 – Mafên netewa kurd, ji rêya xwestina serbixwe bûnê ya serbest û azad wê bi tevayî bicîh bêbe.

5 – Mafên netewa kurd, bi rewşekî aştîxwezî û demokratîk û bi pêşvaçûna hevtayî û hevsengî li Êranê ji rêya demokrasî û edaleta civakî wê bicîh bêbe, ev dîtina niha li hundirê Êranê kar û xebatên xwe pêşva diban. Nimûna berçav ya vê dîtina " Henîya Yêkgirtî ya Kurd  "li hundirê Êranê ye.

Hêvî ew e ku gişt fikir û dîtinên ku li jûr hatin gotin û neqilkirin bi hedef û rêrewekî hevbeş sewa bicîh-anîna demokrasîya civakî ya serbest li Kurdistana Rojhilat bêbin teqîbkirin û şopandin, Loma jî lazim e ku kar û xebat bi rewşên minasib pêşda here. Omîd ew e ku dever û demana vê xebatê bi hedefekî heqmedar li bin sîwana henîyekî sîyasî û hevgirtinekî sîyasî ya pir-alî û fire-rengî bi rewşekî bi serûber û sazende bikanibe gişt hereket û xebatên xwe bi terz û awayekî demokratîk û serhevî û bi rêkûpêk û pir-dewam pêşda biba û biserxine.

Partîya  Azadîya Kurdistanê rêbaz û rêveçûna gişt-pirsî (Riferandomê) wekî tewr û helwêstekî minasib jibo bidestxistina mafên netewî sewa xelkî serfiraz û rêzdar û bi rûmet li Kurdistana Rojhilat dibîne, û li vê rêrewa jî kar û xebatên xwe yên netewî bi şîwaz û uslobekî payîdar pêşda dibe.

Sazûmana xelkî kurmanj ya bakûra xorasanê jî mafên netewî sewa xelkî kurd li menteqa bakûra xorasanê ji rêya damezirandina sîstimekî Fideral - Demokrat li Êranê minasib dibîne, bi her-hal gişt dîtinên jûr jî dikane mafên netewî sewa kurdên menteqa bakûra xorasanê bicîh bînin, em bi gişt fikir û dîtinên jûr ku li kurdistana rojhilat hene rêz digirin.

Sazûmana Xelkî Kurmanj ya Xorasanê, 25emîn salvegera damezirandina Partîya Azadîya Kurdistanê ku li roja yêkşemî 5ê meha Jûnê ya 2016an li welatê Holendê birêdikeve bi desta rêvaber û gişt endamên wê pîrozbeyî û şadbûn û mibarek dibêje.


Szûmana Xelkî Kurmanj ya Xorasanê

4 June 2016 ya zayînî


 
Alternatîf
 Li ser kaxezê çap bike Li ser kaxezê çap bike
 Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne


Nûçeyên din ...

Politics

Powered by Samiei Solutions
Home Contact Archive About Us Submit News Recommend Us NEWS