Home Feedback Archive About us Submit news Recommend us News En FA KU
Encumen a Ferhengî

Komek a Malî

Bûltina xeberî saziman

 Gotina me li barê êrîşa ser Kobanê
dema nivîsê Saturday, 20.September. @ 22:27:59 UTC

Em êrîşên Dewleta Îslamî (DAÎŞ)ê ya bi ser Kobanê, û kele û gundên derûdora wê, di Kurdistana Rojava da, bi tundî û tûjî şermezar dikin.
 


Em êrîşên Dewleta Îslamî (DAÎŞ)ê ya bi ser Kobanê, û kele û gundên derûdora wê, di Kurdistana Rojava da, bi tundî û tûjî şermezar dikin. Hêjimarek pir ji netewa me li wir di bin rewşek nakok û dijwar da ne, û bi hezaran kes bi taybetî jin û zarok jî neçar bûne ku mal û warên xwe bi cîh bihêlin û berve merza Tirkîyê birevin û jîyana wan jî di rewşekî pir dijwar û nakokîyêk pir giran da ye.

Em piştîvanîya xwe ji netewa Kurd li rojava kurdistanê bi taybetî xelkî Kobanê êlan dikin. Em ji UN/NY û hemû welatên dinê, Lîderên demokrat, kesên bi wijdan, û hemû komên mirov-dost dixwazin ku li miqabilî vê reftara tijî qilêr ya Dewleta Îslamî (DAÎŞ)ê li vê sedsala 21,an da bêdeng mesekinin, û her çi zûtir destpê kin û ev reftara hanê ya paşverû, zarok-kuştin, li jinan destdirêjî kirin, mal wêran kirin, cîh-bi-cîh kirina xelkê, û komkujîya xelkî bêguneh bi destên DAÎŞ,ê bi rêyek minasibî wan û bi tundî bersîv bidin. Bi vê rêya hereket û erka xweyî dîrokî û demokratîk û mirovahî bi cîh bînin, çinku hereketa DAÎŞ,ê kevneperest û li dijî dîrokê ye. Ji alîyê ramyarî da jî xelkî Sûrîyê bi giştî û bi xisûs kurdên rojava layîqê jîyanek rindtir ji vê rewşa ne. Lazim e ku bi Kurdên Rojava ra komek bikin daku bikan hikûmetek mihelî ya Rojava Kurdistanê di nav welatê federalî Sûrîyê da bi resmî çêbikin (Regional Government of Rojava Kurdistan, RGRK, within federal Syria).

Em ji gişt alîyên sîyasî (hemû Party)ên Rojava dixwazin ku di vê rewşa berbirûyê netewa Kurd da, bi dil û can piştgirê hevdu bin, nika ev erkekî netewî û dîrokî ye ku li Rojava kurdistanê ketîye ser milên we hemûyan, û ji alîyê ramyarî da jî hemû Partyên rojava rûpelek nû vekin û di bin banek da rûnin û bi dilsozî û dilgermî çarenûsa xweyî netewî bi ava kirina Parlimanta Kurdistana Rojava bi şêwêk demokratîk û piralî pêşda bixin. Eger hûn gişt bi şêwêk demokratîk û piralî li hundirê rojava kurdistanê bi hevdu ra bin, hînga dinya demokratîk jî we dibînin û ê wekî başûra kurdistanê bi dil-germî bibin alîgirê we. Lazim e ku her çi zûtir erka xweyî netewî di vî warî da bi cîh bînin û xelkî xwe bi carekê ra sa timêşe û daîm ji vê rewşa xelaskin.

Armanca me sersaxî û serkevtina we ye.


Sazûmana Xelkî Kurmanj a Xorasanê

20’ê Îlona 2014’an



 
Alternatîf
 Li ser kaxezê çap bike Li ser kaxezê çap bike
 Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne


Nûçeyên din ...

Politics

Powered by Samiei Solutions
Home Contact Archive About Us Submit News Recommend Us NEWS