Sazimana Xelkî Kurmanj a Xorasanê li rewana pak ên quban-bûyî li vê qafilqeda tijî qilêr ya mirovahî rêz digire, û berdewamîya qirkirina netewa kurd li her şikil û libasî bi tundî tawanbar û
mehkum dike. Û piştgirîya xwe ji netewa Kurd û hikûmeta Kurdistanê û hêzên pêşmerge, canbaz û
canfeda ên netewa kurd li gişt deverên serzemîna Kurdistanê êlan dike.
Gotina Sazimana Xelkî Kurmanj a Xorasanê
Piştgirî ji xelkî Şingal û Kobanê
Pir mixabin
mîna ku dîrok dubare dibe, û netewa Kurd carek din di bin şerek nexwastî û
îcbarî û zordarî da ye, û ti çare jî bixeyrî berevanî kirin ji serzemîna
Kurdistanê, kîyana netewa Kurd û mafê xwezayî ya netewî ya bi destxistina
desthilata netewî jî tune. Yêrîş û destavêtina hêzên çekdar ên paşverû, zêdekuj û çete
ên Dayîş li ser xelkî adî û sivîl ên bê-berevanî li hin menteqên serzemîna
netewa kurd, bi xisûs menteqên Şingal û Kobanê, û awarekirin û sergerdan kirina bi hezaran
jin û mêr û xizan û zarok û pîr û genc ji mal û şûna xwe, û revîna wan û
penahgirtin li çîyên dorûberê sa rizgarkirina canê xwe, ev hereşe û gefên rizî
ne ku li Kurdistanê berê jî bi form û şikilên din azimûna xwe dane, û îrada
netewa Kurd hîn qewîtir jî kirine.
Sazimana Xelkî Kurmanj a Xorasanê bi qasî rêz
girtin li rewana pak ên qurban-bûyî li vê qafilqeda tijî qilêr ya mirovahî,
berdewamîya qirkirina netewa kurd li her şikil û libasî da bi tundî tawanbar û
mehkum dike. Û piştgirîya xwe li hikûmeta Kurdistanê û hêzên pêşmerge, canbaz û
canfeda ên netewa kurd li gişt deverên serzemîna Kurdistanê, bi qasî îmkan û tewana xwe
êlan dike.
Bijî Netewa Kurd
Payende Kurdistan
Sazimana Xelkî Kurmanjî Xorasanê
Agust 8, 2014
17 مرداد 1393