Home Feedback Archive About us Submit news Recommend us News En FA KU
Encumen a Ferhengî

Komek a Malî

Bûltina xeberî saziman

 Bi : Kongira Netewa Kurd li Kurdistanê (Hewlêr
dema nivîsê Friday, 26.July. @ 15:05:20 UTC

Mixabin li vê " konfiransa netewa kurd "  hewl dane ta beşin ji netewa kurd yani tîke netewa kurd a bakûra xorasanê bi narewayî ji holê derxinin. Sazimana Xelkî Kurmancî Xorasanê vê hereketa layîq û hêjayî netewa kurd nabîne.



Ji : Sazimana Xelkî Kurmanc a Xorasanê

Bi : Kongira Netewa Kurd  li Kurdistanê (Hewlêr)

 

 

Wer ku li giştan bi zelalî dîyar e bi hal û rewşên ku hîn li nav hinek ji qismên Kurdistanê hene loma jî organên sîyasî ên kurdî li van qisman navend û meqerên resmî li nav xelkî xwe tunin, mîna kurdistana rojhelat û menteqa bakûra xorasanê, û ev bûye sebeb ku xebatên hêjmarî, hêjayî û hêzên mirovî ên van organan jî li menteqê zelal û eşkere nebe. Ji bo vîya jî hin ji hizb û organên sîyasî li rojhilat ku destgahên ragihandinê (dîtinî , guhdarî) hene carina bi şîweyên teng-bînî û bi teblîqên nasalim bi şikilên cûrbicûr dixwazin ên din ji holê derxin, ku ev ji exlaqa sîyasî nîne.  

Li van rojana (royana) rûniştineke destpêkî a “ Kongira Netewa Kurd “ li navenda seroktîya herêma Kurdistanê li şehrî Selahedîn bi hazir bûna Hizb û Organên sîyasî ên beşên cûrbicûrî Kurdistanê çêbûye. Mixabin li vê konfiransa netewa kurd hewl dane ta beşin ji netewa kurd yani tîke netewa kurd a bakûra xorasanê bi narewayî ji holê derxinin. Sazimana Xelkî Kurmancî Xorasanê vê hereketa layîq û hêjayî netewa kurd nabîne.

Mîna ku dîyar e hevalên azîz ên parên cuda ên Hizbên Demokrat û Komale yani cenabên Mistefa Hicrî, Xalid Azîzî, Omer Îlxanîzade, Îbrahîm Elîzade û Ebdulah Mohtedî berî civîna destpêkî a konfiransa netewa kurd li şehrî Koyê bi rûniştineke hevalî û bêyî hazir bûna organên din ên rojhilat û bakûra xorasanê biryarek xeyrî-demokratîk girtine, ku bi xeynî van azîzan, organên dinî sîyasî ku li wir nebûne li “ komîta çêkirina konfiransa netewî “ ti şûn tunin.

Û hem jî li ev rûniştina destpêkî qerar va bûye ku komîta çêkirinê ji 21 kesan ji her çar parçên kurdistanê û ewropa û menteqa bakûra xorasnê bin. Ev komîta tedarika “ Kongira Netewa Kurd “ dibîne û karên wê bi cîh tîne. Ji ev 21 kesana, para Kurdistana rojhilat (ji menteqa Wermîye girtî heta Îlam û Kirmanşan û Loristanê) û Kurdên Bakûra Xorasanê, 5 kes in. Hema çewa hilbijartina van 5 kesan nazelal, xeyrî-demokratîk û li paş perdê veşartî ye.

Em li vê qinyat û bawera ne ku barê xwar nagêje ser menzîlê, loma jî minasib e ku gişt Hizb û Organên sîyasî ên rojhilat û bakûra xorasanê bi şîwêk demokratîk û dostane û bi rêz li mafên hevdu danîn ku ber bi exlaqa sîyasîya mafdarî a sazîyên sîyasî jî ye û bi gotûbêjek navhevî li vê bara bigihêjine hevnêrînek minasib taku bi mafên xelkî kurd li gişt deran rêz bêbe girtin.

Dr. Afrasiab Shekofteh

Berpirsê Sazimana Xelkî Kurmanj

25/07/2013


 
Alternatîf
 Li ser kaxezê çap bike Li ser kaxezê çap bike
 Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne


Nûçeyên din ...

Siaset

Powered by Samiei Solutions
Home Contact Archive About Us Submit News Recommend Us NEWS