Home Feedback Archive About us Submit news Recommend us News En FA KU
Encumen a Ferhengî

Komek a Malî

Bûltina xeberî saziman

 Dîdarek dostane bi nunera bilind paye ya kurdistanê li Brîtanîya
dema nivîsê Wednesday, 24.April. @ 22:33:05 UTC

Roya çar-şemîyê 24,ema Aprîl ya 2013,an ya Zayînî, cenabî Afrasiab Shekofteh berpirsê sazûmana xelkî kurmanj a xorasanê li cîhê deftera hikûmeta kurdistanê li Londonê bi bano xanim Beyan Samî Abdul-Rahman nunera bilind paye ya hikûmeta kurdistanê dîdar û goftûgoyek dostane kirin.




Dîdarek dostane ya berpirsê sazûmana xelkî kurmaj a xorasanê û nunera bilind paye ya kurdistanê li Brîtanîya

Roya çar-şemîyê 4,ema Ordîbihîşt ya sala 1392 Rojî, beramber bi 24,ema Aprîl ya 2013,an ya Zayînî, cenabî Afrasiab Shekofteh berpirsê sazûmana xelkî kurmanj a xorasanê li cîhê deftera hikûmeta kurdistanê li Londonê bi bano xanim Beyan Samî Abdul-Rahman nunera bilind paye ya hikûmeta kurdistanê dîdar û goftûgoyek dostane kirin.

Li destpêkê Cenabî afrasiab Shekofteh li barê rewş û wezîyeta kurdên menteqa bakûra xorasanê (Bakûra-Rojhilat a Êranê) agahîyên minasib û lazim gotin. û ji ev ku şad rewan Mele Mistefa Barzanî rêhberê mezin ê netewa kurd bi ruh û gîyana xweyî berfireh dilsozê xelkî kurd bi giştî û bi taybetî kurdên koçber û bi xisûs kurdên xorasanê bû, ew camrêrê tarîxa netewa kurd bi bîranîn. Hînga Bano xanim Samî Abdul-Rahman gotinên balkêş  û minasib li barê îrada qewî ya xelkî kurd gotin, piştîvanî  û hevkarî bi kurdên xorasanê ra lazim zanîn.

Li beşek din ji vê dîdara ku cenabî Kamal Amedî nunerê Partîya Demokrat a başûrî Kurdistan û hem jî Xasrû Ajgayî hemahenger ê deftera hikûmeta kurdistanê jî ku hebûn, bi destxistina mafên netewa kurd geş û xweşhalî ye. Bi giştî mijarên minasib, mifadar û balkêş hatin gotin.

Li dawîya vê dîdar û rûniştina li ser domandina van dîdaran sa hevkarîyên pirtir tekîd kirin.


 
Alternatîf
 Li ser kaxezê çap bike Li ser kaxezê çap bike
 Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne


Nûçeyên din ...

Politics

Powered by Samiei Solutions
Home Contact Archive About Us Submit News Recommend Us NEWS