Home Feedback Archive About us Submit news Recommend us News En FA KU
Encumen a Ferhengî

Komek a Malî

Bûltina xeberî saziman

 Yêksedemîn salvegera'' Cecoxan, serdarê milî ê kurmanc'' giramî be.
dema nivîsê Friday, 13.January. @ 16:40:32 UTC

Yêksed sal pêş li zivistana sala 1290,î a Rojî, pêşkarên dij bi azadî û dimokrasîya meşrûteh li çîyên tijî berf ên axmezarê li rojhilhata şehrî Qoçanê (bakûra xorasanê) Cecoxan serdarê milî ê kurmanj koştin. Em bi giramî wî bi bîr tînin û rêya wî berdewame.




 

Gotina Sazimana Xelkî Kurmanj

بیانیه سازمان مردمی کُرمانج

 

 

Yêksedemîn salvegera"  Cecoxan, serdarê milî ê kurmanc"  giramî be.

(Bîstima Behmen meha sala 1390,î a Rojî)

 

یکصدمین سالگرد " ججوخان، سردار ملی کُرمانج "  گرامی باد.

(بیستم بهمن ماه 1390 خورشیدی)

 

 

 Yêksed sal pêş li 20,ê meha Behmen ya zivistana sala 1911,an a Zayînî, pêşkarên dij bi azadî û dimokrasîya meşrûteh li bakûra rojhilhat a şehrî Qoçanê (bakûra xorasanê) êrîş kirin ser Cecoxan û yar û hevrêyên wî û ev rêhberê rêya azadî û dimokrasîya plûral (pirhêjmar) a meşrûteh sa Êrana çend milîyetî bi namerdî li çîyên tijî berf ên axmezarê dan koştin. Ji wê gavê heta îro xelkê Êranê hîn jî sa tunebûna azadî, dimokrasî û mafên însanî di êş û cewir û siteman da ne. 

Sazimana Xelkî Kurmanj, koştina Cecoxan serdarê milî ê kurmanc, azadîxwazên din ên Êranê û ji holê derxistina qomên Êranê û dijraberan bi destên pêşkarên dijî azadî û dimokrasî, mehkûm û şermezar dike. Koştina Cecoxan serdarê milî ê kurmanc di nav tarîxê da sa timêşe mehkûm û şermezar e, û ji alîyêk din da jî bi xwe sebebek sa berdewam bûna xwastên heqmedar ên xelkî vê navça ye. Xelkî kurmanj li bakûra xorasanê, rêhber û rêwîyên rêya azadî û serbilindîyê ên menteqê xwe hêç wext ji bîr nakin û timêşe (tim) bîr anîna wan bi şîweyên (şîwên) minasib giramî digirin.

Êranîyên îro der esil gişt ew êl û qom in ku ji destpêka tarîxê da li vî welata merhelên koçberî û dêhnişînî û şehrnişînî redkirine (û li hinek ji parçên Êranê hîn jî red dikine). Bi gotineke din ji “ Êl û koçerî “  bi  “ Dêh / kele  “ û ji kele nişînîyê bi  “ Şehr  “ hatine guhertin û sakîn bûne. Li rêza (qora) va merhelana da bi qesî amade bûna îmkan û minasibên xwe, dolet û hikûmetên mihelî yên xwe jî hebûne. Ji împiratorîyên Êranê ên li pêş îslam da, mîna Împiratorîya Mad ku paytexta wan şehrê Hemedanê bû, Hexamenişîyan ku paytexta wan şehrê Şûş û Pasargad bû, Silûkîyan, Eşkanîyan, Sasanîyan, û hem jî ên li paş îslam yani Tahirîyan, Sefarîyan, Samanîyan, Zîyarîyan, Bûyîyan (Alî Bûye, ku paytexta wan şehrê Hemedanê bû), Xeznewîyan, Selcûqîyan, Xarezmşahîyan, Êlxanîyan, Sefewîyan, Efşarîyan ku paytexta wan şehrê Kelatî Nadir li bakûra xorasanê bû, Zendîyan, Qacarîyan, û li destpêka silsila Pehlewîyan (berî silsila Axondî ya komara îslamî a Êranê), qomên Êranê dolet û hikûmetên xweyî mihelî (Mîr yan Êlxan û şahên mihelî) li menteqê hebûne. Bi gotinek din şahên mihelî li rêya hevkarî bi şah yê merkez (Şahenşah) gişt memliket (welat) îdare dikirin. Va sîstima îdarî ya pareva kirî û orfî, keleme û îstilahên xweyî mihelî jî hebûne, mina Beg, Êlbeg, Xan, Êlxan û … ku wek derecên leşkerî û welatî ya îro nirxbendî û li hêla îdarî ya doletî û hikûmetî jî bi îhtiram bûne.

Çimku piranîya hakimên (merkezî , mihelî) wê zeminê îstilah û pêş-navên orfî û mihelî mîna " Xan, Êl-xan, Axa, … "  hebûne, lazim e ku kêmekê li barey van îstilah (peyvên tiknîkî) û kelemên pêş-navî tozîh bêbe dayîn (her çend ku îro va îstilah û kelemên tiknîkî ti nirxên sîyasî tunin lê li zemana berê der esil parêzerên nasnama qomî û zimanî bûn). Xan rêhberên çekdar (bi tifang û yaraq) ên êl û tayfe û qomên mihelî (li hikûmeta menteqyî bi rîyaseta Êlxan / melik / şahê mihelî) bûne ku ji pêş çêbûna artiş dîfa û parastina serzemînên mihelî û xelkên menteqên xwe û li axirê jî Êran ji bi pay wan bû. Her wext ku qişonên bêgane û mihacim êrîş dikirin, xanên wê menteqê bi kesên xweyî siware û pêye ên pir werzîde û bi îstifade kirin ji taktîk û tiknikên cengî ên bêpîvan û bêrêz, mihacîm bi paş da vedigerandin. Helbete ku va li berxwedana û parastina welêt û nasnama qomî û ferhenga mihelî bû sebeba kîne û nefreta êrîşgeran û mihaciman ji Xanan û mixabin (bi esef) paşê jî va mêtoda / qayîda ya li dijî xanan û nasnama mihelî ji alîyê hinek ji Êranîyên merkeznişîn ên girêdayî bi mihaciman ku ji civaka xelkên bi êl û koçber ti agahî û xeber tunebûn jî mîna texlît û zarve kirina tûtîyan hate berdewam kirin, û fiodalî beramber bi milok-ol-tayfeyî (melik ê tayfan û élan / şah ên mihelî) danîn, û mitod û qayîda ker kirina xelkê û deleme girtina îstibdadî a merkezgira amade kirin.

" Xanek"  li bilindîyên dorûbera Atrekê li bakûra xorasanê, ya li bilindîyên Zagrosê, Asamrî, Şaho, Alvend û derên din li Êranê ku îmkan û zemînên text sa ziraetê ra tunin, zemîndarê gir nebû (fiodal nebû), qodreta wî bi hêz û zora êl û tayfe, û zor û xêyreta xelkê, û reşîdî û kerema êlxan bû. Ji dûy ku xanan (ku yêk ji wan jî Cecoxan serdaê milî kurmanc li menteqa bakûra xorasanê) înqilaba dimokratîk û pêşketî a meşrûte rêhberî kirin û sa yêkim car ji parlimanta mihelî û azadî û qanûn-mendîyê da sohbet kirin, qodretên bêgane ku sûda xwe li doleta navendî (merkezî) didîtin, paşê bi kûdita (kokanîn / extirme kirin) a reşbîn li sêyemê meha Reşemeh (Sibat), Qezaq / Reza Şah hakim kirin û meşqûl bi xan kujî û nefî kirin û zindanî kirin û li dijî ferheng û zimanê zikmakî û nasname û tepserî ya êl û tayfên Êranî sekinîn, û Xanan ku ji Êranê dîfa dikirin bi navên yaxî û şûriş û … hatine bin bê-îhtiramî û tepserîyê (qe ew navên ku îro axond bi reng û şikilên din sa tepserîya xelkê îstifade dikin). 

Paşê jî va hal û rewşa ji rêya bernamên Radyo û Tilivîzyon û Rojname û ragihandinên din ên nivîskî ku girêdayî hikûmeta ku kesên xwe-firoş jî ketibûne nav wê, bi binçav kirina hêzên eminîyetî û pêşkarên sansûr kirinê, bi qowet berdewam bû. Xanan jî hêç wext ti bilindgo tunebûn daku heqîqeta nasnameyî ya qom û milîyetên Êranê bi ziman bînin û ciwan (keç û kur) ên ku li pay va Tilivîzyonana gir û mezin bûn jî Xan ji rêya rêzefîlm ên mîna"  Xaretgeran "  û hengên naminasib, bi navên rêgir û yaxî û qolteşeng naskirin daku razî bi koştina wan bibin. Yêk ji van meselen rêgir û yaxîyan jî şadrewan serdarê timêşe qehreman Îsmayîl Axa yê Sîmko bû ku hakimê menteqa Warêmeye (Wermeye / uromîye) bû, însanek azad-endîş, xelk dost û natirs bû ku xêrxwazê xelkî menteqê xwe bû, û bi vê cirma jî li sala 1926,an a zayînî li navça şehrî Şino (bi farisî ; oşnevîyê) bi destên hakimên fêlbaz û xwînmêj hate koştin. Cecoxan serdarê milî ê kurmanj li menteqa bakûra xorasanê jî yêk din ji van Xanan bû ku hate bin yêrîşa dagîrgerên îstêmarî û hêzên girêdayî wan li hundir welêt ku li dijî azadî û dimokrasî a meşrûte sekinîbûn. Ew (Cecoxan) jî li sala 1911,an a zayînî li bakûra rojhilhat ya şehrî Qoçanê bi namerdî koştin, û bi vê rêya canê xwe fedayî xelkî xwe kir. Belê rêhberên bi navûdeng û timêşe qehreman hêç zemanî namirin lê dikevin hundirê dilan û di nav tarîxa xelkî xwe da mîna  sembola azadîyê cîh digirin, û hem şexsîyeta wan mezintir dibe û hem jî rêya wan bi qowetir û bi hêztir berdewam dibe.

Bi herhalî (herwiha) kelema Xan, Êlxan, Beg, Axa û pêşnavên din ên sîyasî yê mihelî û urfî ku li wê zeminê li pêş navên kesên sîyasî û hakimên mihelî li menteqên cûr bi cûr ên Êranê dihatine, ku yêk ji wan jî menteqa bakûra xorasanê bûye, bi xwe nîşana famkirin û menîya sîyasî sa xizmet kirina ji pay dil va li xelkî xwe bû. Xan yêk nefer (kesek) nebû, çandek û ferhengek bû, nasname û têbînîyêk bû, serzemînek û hikûmeta mihelî bû ku nasnameya qomî / milî bû û hêç wext neketine bin tesîra nasnamên pûç û jiderhatî ên mezhebî – ometî û îdiologîkî – cihan welatî. Hikûmeta axondan jî kete dûy hikûmetên serkutger û merkezgerî yên berî xwe û bi anîna wilayetî motleqeyî feqîh, vê rêya berdewam dikin û girêdana îrticayîya sor û reş bi hev ra welatê me xerab û xaret kirîye, û bi fîsada exlaqî ya hakiman jî sîyaset gihiştîye dawîya xwe û pêşva narê.

Belê, Cecoxan, ew camêr û sîyasetvan û rêhberê aqilmend û timêşe qehreman ê kurmanj, ferheng û çanda serbilindîyê û şeref û îftixar û bi serketinê sa nesila dûy xwe li menteqa kurmanc ya bakûra xorasanê bi cîh hêlişt û rênima bû. Ji vêya ku nesila ciwan (genc) xwe xizan (zarok)ên cedên xweyî dilawer û qehreman li menteqê xwe dizanin û rêya wan ya heqmedarî û nasnama qomî didomînin, û li qora pêşîyê a dimokrasî xwezîyê bi parastina ferheng û nasnama (hovîyet) xwe va mişqul bi xebatên li dijî rijîma kuhneperst û cinayetkar in, va bi xwe pêykareke mosbet (erênî) û xebatek sa ji holê rakirina zilm û zaliman e.

Înqilaba meşrûteh ku Êran ji dora Qacar rû li rojigarek nû û modirn bi rêya êhtiram danîn li parastina nasnamên qomî / milyetî ên Êranîyan sa pêşxistina Êrana çend-qomî rênima bû, bi kar û xebatên Êranîyan çê bû. Lê rijîma pehlewî û komara îslamî dixwestin ku : tarîx û karên Êranîyên dora meşrûteh bi alîkarîya qaçîya (meqesa) sansûrê ji beynê biban, û heqîqetên tarîxî jî, bi rêya hilgirtina nasnama qomî - milî û xerab kirina şexsîyeta kesên navdar ji beynê bibin û bi derewan û fêlbazîyên xwe wê li çarçova îdiologîya xwe bi cîh bînin.

Va meya îftixarê ye ku îro xelk, dengê wendabûyî ya zanîstên ku di nav tarîxê da dixwastin civaka Êrana çend-qomî modirn bikin û karên sîyasî û donyayî ji dîn cuda kin, bigihînin guhê (guçikên) nesila nû, daku ew qisma ronakbîran ku pirtir ji 30 sal e bi dûy axondan ketine û ew kirine ustona fikira xwe bila kêmekê bi xwe bihesin.

 

سلسله مراتب دوره ای و زینه بندی زمانی حکومتهای محلی در منطقهء کُرمانج شمال خراسان

(امیران و یا حاکمین کُرد در منطقهء کُرمانج شمال خراسان از قرن شانزدهم میلادی تا امروز)

 

Silsilên doreyî û zînebendîya zemanî ya hikûmetên mihelî ên menteqa kurmanj a bakûra xorasnê (Mîr û hakimên kurd li menteqa Kurmanj a bakûra xorasanê ji qirna / sedsala şanzdan a zayînî heta îro)

 

1 – Rostem Beg , Mîr û Êlxan ê konfidirasyona çamişgezek (paşê bi konfidirasyona Zahferanlo hate guherandin) li menteqa bakûra xorasanê ku bi piştîvanî kirin ji Şah Îsmaîl Sefewî (li destpêka qirna / sedsala şanzde,an a zayînî), seltenet û pîrozîya wî tesbît kir û bi cîh xist.

 

2 - Oxlan Bodax xan çigînî , ku bi destûra Şah Tehmasib bû hakimê hikûmeta Qoçanê û paşê bi destûra Şah Ebas bû hakimê Qoçan û Meşhedê û serperestîya welî-ehdî jî dane wî (li sala 971 Rojî) û heta sala 975,an a Rojî ku li dijî Şah Ebas serhildan çêkir jî li vî meqamî ma.

 

3 – Şahqolî Sultan , Mîr ê konfidirasyona çamişgezek (Yêkitîya êlên zahferanlo) ku li sala 982 a Rojî bi destûra Şah Ebas bû hakimê hikûmeta Qoçanê û Dargezê.

 

4 – Yosif Sultan , lawê Şahqolî Sultan bû ku li sala 1008,an a Rijî bû Mîrê konfidirasyona çamişgezek (Yêkitîya êlên zahferanlo) û hakimê hikûmeta mihelî ya Qoçanê.

 

5 – Mêhrav Beg , birê Yosif Sultan bû ku ji dûy wefata birayî xwe bû hakimê hikûmeta mihelî ya Qoçanê û serokê Yêkitîya êlên zahferanlo.

 

6 – Qoraxan , lawê Mehrav Begê bû Êlxanê Yêkitîya êlên zahferanlo û bi destûra Şah Sultan Husên Sefewî bû hakimê hikûmeta mihelî ya Qoçanê (li bakûra xorasanê).

 

7 – Sam Beg , Lawê Qoraxîn û bavê jina Nadir Şah bû ku gihîşte Êlxanîya Yêkitîya êlên zahferanlo, bû hakimê hikûmeta mihelî ya bakûra xorasanê bi navenda şehrî Qoçanê, Sam Beg ji alîyê xelkî vê navça (li sala 1115,an a Rojî beramber bi 1736,an a Zayînî) li merasimên tacdanîna Nadir Şah li deşta / colega moxanê  şirîket kir.

 

8 – Mihemed Husên Xan , lawê Sam Bêg û serê Yêkitîya êlên zahferanlo bû ku yêk ji mêrxasên bi navûdeng a zemana Nadir Şah jî bû.

 

9 – Emîr Gunehxan , lawê Mihemed Husên Xan bû, ku yêk ji sîyasetmedarên baqil, xweşfikir û qewî bû ku li zemana Fatelî Şah ê Qacar û Axa-mihemedxan ê Qacar, ji dûy 50 sal hakimîyeta xwe ya hikûmeta mihelî ya bakûrê xorasanê li sala 1198,an a Rojî da wefat kir.

 

10 – Rezaqolî xan , lawê Emîr Gunehxan bû ku ji kurdên pir delîr ê vê navça bû û 13 salan êlxanê zahferanlo û hakimê bakûra xorasanê bi navenda şehrî Qoçanê bû, û li sala 1211,an a Rojî wefat kir.

 

11 – Sam xan , lawê Rezaqolî xan û yêk ji kurdên pir natirs û pir camêr bû ku sa girtina şehrî Heratê leqeba şicaet û rişadet hilgirt, hema Nasir-aldîn şah ji tirsa tac û textê padişahîyê xwe bi namerdî ew li sala 1222,an a Rojî mesmûm kir.

 

12 – Emîr Husên xan şica-aldole (tê nasîn bi Reşîd xan serdarê giştî Qoçan) , birê Sam xîn û lawê delîr ê Rezaqolî xan bû ku ji dûy Sam xîn da heta sala 1272,an a Rojî êlxan ê zahferanlo û hakimê qodretmend ê bakûrê xorasanê bi navenda şehrî Qoçanê bû, û li vê sala (1272 a Rojî) wefat kir. Li vê zemana bû ku serdar Êeywezxan Celalî li serheda menteqê li dijî hikûmeta merkezî sa bi cîh nexistina pêymana nengîn a axal serhildan çê kir.

 

13 – Xan baba xan , lawê Sam xîn bû ku ji dûy Emîr husên xîn da bi qasî 6 mehan bû êlxanê yêkitîya Zahferanlo, û hakimê bakûra xorasanê bi navenda şehrî Qoçanê.

 

14 – Mihemd Nasir Xan , lawê Emîr husên xîn bû ku ji dûy Xan baba xîn da heta sala 1285,an a Rojî hakimê bakûra xorasanê bi navenda Qoçanê û reyîsê yêkitîya êlên zahferanlo bû, û qe li vê sale (1285 a Rojî) jî wefat kir. Bingeha ava kirina şehrî Qoçanê ya îro (ji dû zilzila / herdhêja Qoçanê, ku helbete şûna Qoçanê ya qedîmî ku li hidûda 15 kîlomitiran ji Qoçan a îro dûrtir e bi şehr ê kuhne / kevin tê nasîn) ji yadigara vî emîr û êlxan ê xêrxwaz û karzan e.

 

15 – Ebdolreza xan (Evdilreza xan) , lawê Ebolhesen xan û nevîyê Emîr husên xan şica-aldole bû ku ji dûy wefata apê xwe Mihemed Nasir xan bû serê yêkitîya êlên zahferanlo û hikûmeta bakûra xorasanê bi navenda Qoçanê, helbete wî ji dûy demeke hindik da li şehrî Meşhedê wefat kir. Va hate tûşa înqilaba meşrûte ku li zemana Mozefer-aldîn şah li Êranê bû. Herçend ku Ebdolreza xîn û paşê jî lawê wîyî qiçik Emîr husên xîn tenê navê êlxanîyê (bi rastî bê qodreta sîyasî) heta demekê hebûn, hema li sîstima nû (taze) ya hikûmet û doletmedarîya meşrûte ku lê êhtiram danîn û hurmet girtin li piranîya qomî – milîyetî (çend neteweyî) û dimokrasî a pareva kiriî hebû, têkoşerên sîyasî û navdarên pirqodret ên meşrûte li bakûra xorasanê jî ketine nav sehna / dîmena sîyasî û hikûmeta mihelî ya kurmanj li ser sîstima nû a meşrûte çê kirin û amade kirin.

 

16 – Cecoxan serdarê milî ê kurmanj , lawê elawirdî beg ê kawî bû, ku hikûmeta mihelî a kurmanc li bakûra xorasanê li zemana meşrûte çêkir (damezirand). Cecoxan ji meşrûtexwazên têkildar û xelkxwaz û pir bi qodret li menteqa bakûra xorasanê bû. Li înqilaba meşrûte li dawîya sala 1285 a Rojî li menteqê bû hakimê hikûmeta mihelî ya îyaletî – wilayetî a bakûra xorasanê. Li meha Behmen a 1290,î a Rojî (1911,an a Zayînî) bi destên pêşkarên dijî meşrûte û dijî azadî (zidî azadî) li çîyên bakûra rojhilhat a şehrî Qoçanê bi namerdî hat koştin. Cecoxîn bi dîtin û fikirên xweyî kûr û aqilmendî ên besît ku hebû, rewşa yêkitîya êlî a bi resim û rêça berê rû li rewşa nû (modirn) a yêkitîya komên xelkê û hevkarîya fikir û dîtinên xelkê sa hevgirtin û domandina hikûmeta mihelî ya îyaletî – wilayetî li bakûra xorasanê pêş va dibir.

Cecoxan li vê bawera bû ku bi dîtina wekhev bûna xelkê li menteqa bakûra xorasanê ji alîyê ferhengî û îctimayî (çandî û civakî) da, karên êdarî û ferhengî û xizmetî (xedematî) ên vê navça ku li qanûna esasî (make qanûn) a meşrûte sa menteqên îyaletî – wilayetî hebû, bi destên xelkî vê navça bêbe biryarkirin û xwegerandin.

Bi kûdita Reza Şah, hikûmetên mihelî ên menteqên cûr bi cûr li Êranê (a bakûra xorasanê jî) hatine bin êrîşê û hikûmeta pareva kirî a meşrûte jî bi darê zorê û tepserîyê guherî bi sîstima yêkdest û mistavêt (îstibdadî) li merkez û hat domandin. Sa domandin (êdame dan)a zorgoyî û tepserîyî bû ku li Başûra rojhilhat a menteqa kurmanj li bakûra xorasanê qehremanîya serdar Gulmihemed Xan Topikanlo (Xanê Kelmîşî) camêrê dadxwazî, îdaletxwazî û dostdarê bêçaran û zayîfan li sala 1325,an a Rojî (1946,an a Zayînî) çê dibe, ku Mehmûd Doletabadî ew li romaneke (çûrikeke ridêj) sê hezar rûpelî (belgeyî) a xwe bi nave “ Kilîder “ der esil bi cûrek li ser çar koncên tarîxî - îctimayî (dîrokî - civakî) a tîke milîyeta (parçe netewa) kurd li bakûra xorasanê disekine (helbete herçend ku romana wî li barey xelkê êla Topikanlo ji kurmancên menteqa bakûra xorasanê ye lê însan mat dimîne ku wî li nav van sê hezar rûpelan da heta carekê jî va qehremanîya nîşana azadî xweazî û heqxwazî (mafxwazî) a kurmancên vê navça bi bîr nanîye. Bi rastî çima hinek ji hevwelatîyên sahib qelem li barey tesbît kirina xizmetên qom û netewan bi navî wan û hem jî gotina mafên qomî hesas in? Çi tema şexsîyeta  kesekî weqes tîne jêr ?).

Sazimana Xelkî Kurmanj (Kurdên menteqa bakûra xorasanê) li sala 2009,an bi îrade û miradên hinek ji kurdên dilsoz û heq-xwaz ên xorasanê çê bûye. Saziman li vê bawera ye ku domandina rê û rewîşên sîyasî ên Cecoxan serdarê milî kurmanj ên nûjen kirî, minasibtirîn şîwe sa dimokrasîyê li Êrana çend-qomî û bi cîh anîna mafên tîke milîyeta kurd li menteqa bakûra xorasanê ye. Cecoxan der esil mîna bavê gîyanî (menewî / ruhanî)ya fikir û bawerîyêk e ku rênimaya azadîya heqmedar (mafdar) û dimokrasîya çend-qomî ye, û metodek sîyasî li ser binyada îdaleta îctimayî û mafên însanî (ferdî , komî) û beraberî (ferhengî, zimanî, sîyasî û …) li înqilaba meşrûteh ya Êranê sa kurdên xorasanê pêşber û rênima bû.

Îsal bîstima meha Behmen, yêksedemîn salvegera şehîd kirina Cecoxîn e. Cecoxan û gişt têkoşerên kurmanj ku li dirêjîya tarîxê da li bakûra xorasanê sa bi dest xistina azadî û mafên xelkî menteqê li dijwartirîn hal û rewşan da ku can feda bûne û hêç wext ser xem nekirine, sa me ra pir azîz in, em bi ruh û gîyana pak a wan giştan êhtiramek xas (taybetî) datînin.

Sazimana Xelkî Kurmanj bi gîyan û îftixar, xatir û bîranîna van azîzan û tekoşerên nadiwestîyayî giramî digire, û berdewam bûna rêya tezebûyî ya van mezinan bi talaş û piştîvanîya xelkî menteqê, pêyman û qerara me ye. Bi dîtina Esasnama Saziman, bi piranî hiqûq û xwestên însanî li Êranê (û mîna tîke milîyeta kurd li menteqa bakûra xorasanê) bi rêya sîstima hikûmetî ya parevakirî (teqsîma qodreta sîyasî li ser menteqên cuda û biferq bi şîwa emûdî û asoyî ya bi şîwa tîk û pehnî / sîstima fîdiral) bi cîh tê, ku minasib bi rê û rewîşên xebatên sîyasî li menteqê û cihanê jî dibe. Azadîya hiqûqmedar û dimokrasîya plûral (çend milîyetî) ji îzehên modirn (nûjen) sa tamîn kirina îdaleta îctimayî (civakî) û beraberî (ferhengî, zimanî, qomî, sîyasî, hiqoqî, îqtisadî û …) li Êrana çend-milîyetî ye.

 

 

ججوخان سردار ملی کُرمانج شمال خراسان، مظهر عزت، افتخار، هویت کُردی و حقوق قومی در ایران کثیرالمله



Sazimana Xelkî Kurmanj

Zivistana sala 1390,î a Rojî

www.kurmanj.org

 

*****



 
Alternatîf
 Li ser kaxezê çap bike Li ser kaxezê çap bike
 Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne Nûçeyê ji hevalê xwe re bişîne


Nûçeyên din ...

Siaset

Powered by Samiei Solutions
Home Contact Archive About Us Submit News Recommend Us NEWS